Li Wanê kon, qesr û girtîgehên Tirkkirinê

Dorhêla Gola Wanê ku ji bo gelê Kurd gelekî girîng e bûye hedefa desthilatdariya AKP'ê. Li navçeya Bêgirê ya Wanê ji bo asîmîlasyonê Konê Atayûrt ê Tirk, li navçeya Erdîşê girtîgeheke nû, li navçeya Xelatê jî qesr tê çêkirin.

Dorhêla Gola Wanê di dîroka Kurdistanê de timî bû hedefa dewleta Tirk. Li herêma Geliyê Zîlanê ku bi hezaran Kurd hatin qirkirin bi çêkirina Santralên Hîdroelektrîk (HES) hewl tê dayin ku herêm bê tunekirin. Li Îdir, Bazîd, Wan û Colemêrgê li ser sînorê wan ê bi Rojhilatê Kurdistanê re bi lêkirina dîwar re hewl didin ku Kurdistanê bi rengekî mayinde parçe bikin û Kurdan ji hev qut bikin.

LI BÊGIRÊ OTAG (KONÊ) ASÎMÎLASYONÊ

Li navçeya Bêgirê ya Wanê li taxa Arnisê, bi tesadufî Otaga (Konê) Atayûrt ê Tirk nehatiye çêkirin.

Gundê Arnisê di navbera Erdîş û Bêgirê de li qiraxa Gola Wanê ye. Li vê qadê şopên dawiya Serdema Brozn, destpêka zû ya Serdema Hesin û serdema Ûrartûyan tê dîtin. Li ser Girê Varsakê yê li başûrrojhilatê vê herêmê bermahiyên Keleya Alacahanê têne dîtin. Tê gotin, Keleha Alacahanê di Serdema Hesin de hatiye çêkirin.

Desthilatdariya AKP'ê di navbera gundê Arnisê yê dîrokî û Gola Wanê de Otaga Atayûrt a Tirk çêkir. Desthilatdarî zextê dike ku 'bide qebûlkirin' ku Bêgir û herêm 'warê Tirkan e', li qadeke ji 50 donimî 8 qadên kon ava kiriye û alên 16 dewletên Tirk li ser daniye. Yên li vê derê têne xebitandin jî Tirkên Kirgizin.

LI XELATÊ QESRA TIRKKIRINÊ

Cihekî din ê ku bûye hedefa AKP'ê navçeya Xelatê ya Bedlîsê ye. Di dema Selçûkiyan de Tirkmen li herêmê hatin bicihkirin û bi vî rengî hewl dan ku bikin Tirk. Lê belê negihîştin armanca xwe. Desthilatdariya AKP'ê herî kêm bi 125 milyon TL'î li Xelatê li qiraxa Gola Wanê qesr çêkiriye. Bi rêya vê qesra ku weke 'Qesra havînî' ya Erdogan hatiye çêkirin, dixwazin ku Xelatê weke 'warê Tirkan' bidin qebûlkirin.

LI ERDÎŞÊ GIRTÎGEHEKE DIN ÇÊKIRIN

Navçeya Erdîşê ku ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê xwedî cihekî girîng e bi sedan sal in di hedefa dewleta Tirk de ye. Sala 1930'î di Serhildana Agiriyê de gelê Erdîşê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qirkirin. Li Geliyê Zîlanê ku li herêma Erdîşê ye bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Beşek ji gorên komî yên li vê herêmê sala 1960'î bi Bendava Koçkopru ya li herêma Zîlanê re di nava avê de hatin hiştin.

Dewleta ku qîma xwe bi vê neanî piştre li Zîlanê HES çê kir, bi vî rengî hewl da êşên herêmê û gorên komî tune bike.

Desthilatdariya AKP'ê ku nekarî serî li xelkê Erdîşê bide tewandin, di bin navê razemeniyê de li qiraxa Gola Wanê girtîgeheke nû çêkir, tevî ku li Erdîşê du girtîgeh hene.