Li Wanê KESK’ê nerazîbûn nîşanî darbeya qeyûm da
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tayînkirina qeyûm da.
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tayînkirina qeyûm da.
Platformên Şaxên KESK’ê, li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tayînkirina qeyûm li ber Şekerbankê ya li Kolana Cumhuriyetê, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li gel pêkhateyên platformê, hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û rêveberên sendîkayên girêdayî KESK’ê jî amade bûn.
Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak, di daxuyaniyê de axivî û wiha got, “Li Wanê ev ne cara ewil e ku qeyûm tê tayînkirin. Ji sala 2016’an û vir ve qeyûm tayînê şaredariya Wanê tê kirin. Ji ber tecrûbeyên xwe yên berê, em dizanin ku em ê çi bijîn. Şaredarî di heman demê de tê wateya xizmetkirinê. Gelê Wanê ji mafên xwe yên xizmetê, bêpar hatin hiştin.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin jî, destnîşan kir ku hêzên paramîlîter ên desthilatdariyê bi awayekî bi zanabûn, koordînekirî û xwestek êrîşê gel li şaredariyê kirine û got ku ev hewldanek a komkujiyê ye û şermezar kir.
Di daxuyaniyê de dirûşmeyên mîna “Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin”, “Gelê Wanê li vir e li gel îradeya xwe ye” û “Rojek wê were û AKP’ê wê hesab bide gel” hatin berzkirin.