Li Wanê îhaleyan didine rêveber û fîrmayên Tirkan

Li Wanê îhaleyan didine fîrmayên li derveyî bajêr; li şaredariyên ku qeyûm hatî ser wan amîran ji bajarên Tirkan tînin.

AKP ku ji Aksaraya, Konya û Qeyseriyê qeyûm anî ser Şaredariya Mezin a Wanê û navçeyên wê, herî dawî ji Xarpêtê kesek tayînî ser Midûriyeta Giştî ya Waskî kir.

AMÎRÊN YEKÎNEYAN JI DERVE TÎNIN

Hikûmeta AKP’ê ya ku ji derve qeyûm anîne ser şaredariyên Kurdistanê, qîma xwe bi vê jî neanî û amîran jî ji bajarên Tirk tîne ser yekîneyên şaredariyan. AKP ya ku ji Aksaray, Konya û Qeyseriyê qeyûm anî ser Şaredariya Mezin a Wanê û navçeyên wê niha jî ji Xarpêtê kesek tayînî ser Midûrîyeta Giştî ya VASKÎ’yê kir.

PÊŞKÊŞÎ SERMIYANA TIRK DIKIN

Qeyûm niha jî îhaleyan dide fîrmayên ji der ve hatin. Herî dawî qeyûmê pêkanîna Parkomat a DBP’ê ku ji hêla Eminyetê ve dihate astengkirin, da destpêkirin, îhaleya vê jî dane fîrmayeke yekî Aksarayî. Karkerên fîrmaya yekî Aksarayî bi pêşmalkên bi nivîsa ‘Kanal 68, qenala vî bajarî’ dest bi xebatan kirin.

BACA BAJÊR JI AKSARAYÊ RE

Derbarê babetê Serokê Meclîsa Şaredariya Mezin Cahît Bozbay got, ‘’Midûrê Giştî yê Vaskiyê ji Xarpêtê anîna Konyayê. Kesekî Wanî tine ku vî bajarî bi rê ve bibe? Li gorî Qanûna Îhaleyê berdêla zêde kî bide didine wê fîrmayê. Hatina vî bajarî divê ji vî bajarî re bimîne. Ev berpirsyariyek e. Di dema me de Parkomat tinebû. Ji kuçeyên bajêr pere diçûne bajarekî dî. Baca vî bajarî jî li Daîreya Bacê ya Aksarayê tê razandin. Ev nayê qebûlkirin.’’