Li Wanê gel ji bo ‘NA’ daket kolanan
Li Wanê DBP û HDP’ê bi hev re daxuyaniya çapemeniyê dan û starta xebata referandûmê dan.
Li Wanê DBP û HDP’ê bi hev re daxuyaniya çapemeniyê dan û starta xebata referandûmê dan.
Rêxistinên Bajêr ên HDP-DBP’ê starta xebatên referandûmê ku wê li Wanê werin kirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li bînahiya Bajêr a HDP’ê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokên HDP’ê û DPB’ê yên Bajêr, Wekîla HDP’ê ya Wan Ozgokçe Ertan, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA’yê û Hevşaredar û gel amade bû.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Yakûp Ataş axivî û got: ‘’ Pakêta ku bi navê guherîna destûra dane Meclîsê lê di rastiyê de pakêta rejîma yek-zilamî û desthilatdariya teqez bû li meclîsê hate qebûlkirin ku ev ê Tirkiyê bixe nav krîzeke ku nema dikare ji nav derkeve. Qebûlkirina vê pêşniyarnameyê tê wê maneyê mirina meclîsê.’’
Ataş têkildarî xebatên ku wê li Wanê werin kirin jî got xebatên wan li Wanê didomin, li hemû navçeyan komîsyonan bingehên xwe yên teknîk ava kirine, ji gelê me re dibêjin bê ka ‘’na’ wê çi bîne û ‘erê’ wê çi bibe. Em ê tax bi tax, mal bi mal bigerin û bibêjin, çima em dibêjin, Na. Em ji bo siberoj, demokrasî, azadî û wekheviyê dibêjin, na û em dibêjina gelê xwe em hemû di siberojeke Bi xêrê de (bi Nayê) bigihijin hev. Ji bilî xebatên referandûmê meha Adarê ji bo gelê me girîng e. Ji bilî 8’ê Adarê û 21’ê Adarê jî Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek, Wekîlê HDP’ê Sirri Sureye Onder, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevserok KCD’ê Leyla Guven 1’ê Nîsanê wê bi gel re werin cem, em bang li gelê xwe dikin ku bi rihê 7’ê Hezîranê xwe tevlî nav xebatan bikin.’’
Piştî daxuyaniya çapemeniyê broşûrên ‘’çima Na’’ hatin belvakirin.