Li Wanê dema qedexeyên kêfî bi 15 rojên din hate dirêjkirin
Li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan ku sê sal in dewam dike, bi rengekî kêfî 15 rojên din hate dirêjkirin.
Li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan ku sê sal in dewam dike, bi rengekî kêfî 15 rojên din hate dirêjkirin.
Qedexeya herî demdirêj a li Wanê di 21'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir. Dema qedexeyê hezar 130 roj in bi rengekî kêfî û rêk û pêk tê dirêjkirin.
Beriya dawiya salê Walîtiya Wanê bi daxuyaniyeke nû ragihand ku dema qedexeya çalakî û xwepêşandanan 15 rojên din hatiye dirêjkirin.