Li Wanê çalakiyên protestokirina dagirkirinê

Komeke bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş ragihand ji bo komkujî û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto bikin 14 caran çalakî kirine.

Têkilî çalakiyan ev agahî hatin dayin:

''17'ê Îlonê li taxa Şabaniyê ya Artemêtanê ya Wanê rê li trafîkê hate girtin.

23'yê Îlonê li taxa Sihke ya Rêya Ermûşê ya Wanê dema ku trên derbas dibû, çalakiyeke bi Bombeya Destean Çêkirî li şivên trênê hate kirin, ziyan giha şivan û trên ji bo demeke kurt sekinî.

3'yê Cotmehê li li kuçeya Edremîya berê ya li navçeya Artemêtanê mala qorîciyê bi navê F.Ç hate şewitandin.

3'yê Cotmehê yekîneyên me li taxa Cevdet Paşa a Artemêtanê bi ser kavilekê de girtin ku li wir madeyên hişbirê dihatin bikaranîn û firotin û derb li wan kesan dan ku madeyên hişbirê difirotin.

11'ê Cotmehê li taxa Şafakê ya Artemêtanê yekîneyên me lastîk şewitandin û rê girtin. Dema ku dijmin hatî qade çalakiya bi Bombeyên Destan Çêkirî  (BDÇ) û fîşekên hewayî hatin kirin.

12'ê Cotmehê li taxa Xaçortê ya Artemêtanê li dijî dijmin çalakiya bi BDÇ'ê û fîşekên hewayî hate kirin.

14'ê Cotmehê li taxa Yenî ya Artemêtanê lastîk hatine şewitandin û rê hatine girtin, li dijî dijmin çalakiya bi fîşekên hewayî û molotofê hatiye kirin.

17'ê Cotmehê li taxa  Yenî ya Artemêtanê, li Şafak, Duzyol û Gundogduyê bi hevdemî çalakiya girtina rê û fîşekên hewayî hate kirin.

19'ê Cotmehê li Sihkê ya Rêya Ermûşê yekîneyên me BDÇ avêtin ser dijimn, dijmin jî li  derdorê reşandiye.

20'ê Cotmehê li taxa Yeniyê ya Artemêtanê li dijî mala qoriciyekî çalak çalakiya bi fîşekên hewayî hatiye kirin.

23'yê Cotmehê li taxa Yenî ya Rêya Ermûşê rê li trafîkê hatiye girtin û propaganda hatiye kirin.

24'ê Cotmehê li taxa Sihkê ya Rêya Armûşê li dijî konvoya dijmin ku berevaniyê li wê trênê dikirin ku turîstên Îranî û leşker tê de bûn, çalakiyeke bi BDÇ'yê hatiye kirin, windahî û birîndarên dijmin diyar nebû, trên demeke dirêj sekinî ma.

25'ê Cotmehê li taca Cevdet a Rêya Ermûşê li dijî mala ku bi navê Sari Ev dihate zanîn çalakiyeke bi BDÇ'yê hate kirin, ku li vê malê madeyên hişbirê dihatin firotin û bi destê dewletê ciwanên Kurd dixin nav çirava madeyên hişbirê.

27'ê Cotmehê li taxa Şabaniyê ya Artemêtanê çalakiya bi BDÇ'yê li dijî malekê hate kirin ku bi AKP'ê re tevdigeriyan û xizmeta dijmin dikirin.''