Li Wanê bi dehan siyasetmedar hatin binçavkirin
Li navçeya Erdîş a Wanê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malan û bi dehan siyasetmedarên Kurd binçav kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de, endamên Meclîsa Şaredariyê jî hene.
Li navçeya Erdîş a Wanê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malan û bi dehan siyasetmedarên Kurd binçav kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de, endamên Meclîsa Şaredariyê jî hene.
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek mal û kargehên li Erdîşê. Endamê Meclîsa Şaredariyê Îzzetîn Butun ê DBP'yî jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Nehat zanîn bê yên hatine binçavkirin kî ne. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê.