Li Wanê 4 kesên ku belavkariya rojnameyê dikirin hatin binçavkirin

Li Wanê 3 xebatkarên belavkariya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê û li gel kesê ajokarê wesayîtê hatin binçavkirin.

Li navenda sûka Wanê 3 kesên ku belavkariya rojnameyê dikirin hatin binçavkirin li Şaxa Midûryeta Emniyetê ya Wanê (TEM) tê ragirtin.

Engîn Dîker, Azad Kiiç ên hatin binçavkirin birin Şaxê TEM’ê, Emrûllah Kapar ji ber temenê biçûk birin şaxa zarokan.

Lêpirsîna xebatkarên rojnameyê li Midûryeta Emniyeta Wanê dewam dike.

Piştî ku 3 xebatkarên belavkariya Rojnameya Rojeva Medya û Ozgulukçu Demokrasî hatin binçavkirin û şûn de ajokarê wesayîta belavkiriyê Hamdûllah Kûmlî jî hate binçavkirin. Kûnlî li cihê kar ê xwe ku li navçeya navenda Îpekyûlûyê hate binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya girêdayî Midûryeta Emniyetê ya Bajêr.

Hasan Dûman ê ku li heman bajar karê belavkariyê dikir piştî binçavkirina 11 rojan û şûnde, di 1’ê Sibatê de hatibû girtin.