Li Wanê 15 siyasetmedarên jin hatin destgîrkirin

Li Wanê di operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredara Sarayê Caziye Dûman jî di nav de 15 siyasetmedarên jin hatin destgîrkirin.

Li bajarê Wanê û navçeyên navendî Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtanê polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser malan û 15 siyasetmedarên jin destgîr kirin.

Siyasetmedarên hatin destgîrkirin:

Hevşaredara Sarayê Caziye Dûman, rêvebera HDP'ê ya Wanê Edîbe Babûr, namzeta Hevşaredariya Payîzavayê ya hilbijartinên 31'ê Adarê Rojbîn Akdag, namzeta parlamenteriyê ya hilbijartinên 24'ê Hezîranê Mûkaddes Karakoç, endama Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Handan Karakoyûn, Alîkara Hevşaredarên Tûşbayê Berken Kizilboga, endamên TJA'yê Hawar Derya, Hatîce Akdag, endama însiyatîfa dayikên aştiyê Pervîn Ozgur, rêvebera DBP'ê ya Wanê Nerîman Ûrar.

Siyasetmedarên jin birin Midûriyeta Emniyeta Wanê.