Li Tûşbayê xwarzî midûr û xizim jî xebatkar in!

Qeyûmê AKP’î yê şaredariya Tûşbayê dagirkiriye, xizimên xwe dike midûr û dîsa xebatkaran jî ji xizmên xwe hildibijêre.

Şaredariya Tûşbayê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de bi ferqekî mezin kete destê HDP’ê. AKP’ê jî xwe li vê ranegirt û bi qeyûm Salih Akman dest danî ser şaredariyê û dagir kir. Akman bi domdarî xizmên xwe li şaredariyê bi cih dike û dide xebitandin. Salih Akman ê di nava salekê de sê kesên bi paşnavê Akman girt gel xwe. Salih Akman ji bo Midûryeta Pênûsa Taybet (kurê xwişka xwe) xwarziyê xwe Sînan Koçak kire midûrê pênûsa xwe yê taybet.

Akman ê ji vê têr nebû, niha Midûrê Şaxê Perwerdeya Miîlî ya Bêgirê Azîz Akman ji bo alîkarê serokê şaredariyê erkdar kir.

XEBATKARÊN DEMÊ HDP’Ê JI KAR DERXISTIN

Rêxistina AKP’ê û qeyûmên xestpker xizim û hevkarên xwe digirin kar. Bi domdarî xebatkarên di demê HDP’ê de kar dikirin ji kar derdixin. Herî dawî şaredariya Qelqelî ya ku di hilbijartina 31’ê Adarê de ji sedî 70’ê deng bi dest xist û ji aliyê Abdulkadîr Çelîk ve weke qeyûm hate wezîfedarkirin. Çelîk 28 xebatkarên demê HDP’ê de kar dikirin bi îdîaya ‘pêwîstiya me bi personelan nîne’ ji kar derxistibû.