Li Teroyê metirsiya pêla koçberiya mezin
Pirsgirêkên kampa AFAD a ku li herêma Teroyê ya Gurgumê derdikevin, her ku diçe welatiyên herêmê dixe nava fikaran. Li gorî agahiyên welatiyên herêmê, li nava kampê pirsgirêkên mezhebî jî hene.
Pirsgirêkên kampa AFAD a ku li herêma Teroyê ya Gurgumê derdikevin, her ku diçe welatiyên herêmê dixe nava fikaran. Li gorî agahiyên welatiyên herêmê, li nava kampê pirsgirêkên mezhebî jî hene.
Pirsgirêkên kampa AFAD a ku li herêma Teroyê ya navçeya Dûlkadîroglû ya Gurgumê derdikevin, her ku diçe welatiyên herêmê dixe nava fikaran. Tevî hemû nerazîbûn, berxwedanê jî kampa AFAD a ku ji aliyê AKP'ê ve hate avakirin, ji beriya 3 mehan nêzî 27 hezar kes lê hate bicihkirin. Li derdora kampê jî 20 gund hene. Ava binesaziya kampê jî diherike Çemê Karaçayê. Herêmekî berfireh a ku gundiyan lawirên xwe li ser diçerandin û bax û zeviyê wan lê hene, ji ber bermayên kampê yê ku cihekî berfireh li xwe digire, di be sedem ku bênek pir nexweş li gund û derdora gundan belav bibe. Ji ber ku kamp li ser başekî mezin a zozanên wan hatiye çêkirin, cihê çêgehên gundiyan pir teng bûye. Ji niha ve pirsgirêkên mezin welatiyên herêm dijîn û di nava fikaran de ne ku bingehe ji Qetlîama Gurgumê tê amadekirin.
Huseyîn Kocamer, Done Goksûngûr, Mehmet Derîter û Saît Yildiz ên ji PÎRHA'yê re axivîn, fikarên xwe anîn ziman:
PIRGIRÊKÊN MEZHEBÎ YÊN LI KAMPÊ GUNDÎ DIXE NAVA FIKARAN
Huseyîn Kocamer ê xwendekarê zanîngehê ku 22 sal in li Teroyê dijî, anî ziman ku piştî avakirina kampê her ku diçe fikarên wan zêde dibe. Kocamer diyar kir ku pişît kamp hate avakirin û şûn de rewşa gundê wan jî hatiye guhertin. Kocamer bûyera ku di navbera komeke welatiyên Sûriyeyê yên ku li çadir kentê diman derket û bi mudaxeleya leşkeran bûyer hate rawestandin, bi bîr xist. Kocamer wiha got: "Li kampê di navbera Sûriyeyî, Ereb û Tirkmenan de pirsgirêkên cidî derdikevin. Ev jî deng dide. Bûyerên diqewimin di nava gund de rê li ber fikaran vedike."
Kocamer diyar kir ku bi taybet ava û qirêjiya binesaziyê pir bandorê li wan dike û diyar kir ku di vî warî de rêveberiyê dest bi xebatan kirine.
Kocamer bi bîr xist ku ji ber fikarên aboriyê koçberî hêdî hêdî destpê dike û ev rewş pir fikaran bi xwe re tîne. Kocamer spasiyên xwe yên têkildarî pêvajoya berxwedana li dijî avakirina kampê wiha anî ziman: "Bi berxwedana Teroyê re wekhevî û biratî pêk hat. Bi hatina welatiyên gundên derdor re, li gund cara yekem bû ku yekîtiyek ava bû. Bi hev re tevger kirin, ev ji bo me serkeftinek bû. Her demê kêmanî tên kirin, lê ya girîng ji kêmasiyan mirov der derxîne.
DERIYÊN MALAN TÊN GIRTIN
Done Guksûngûr a 54 salî ku li gund dijî jî anî ziman ji roja ku kamp hatî avakirin heta niha her ku diçe fikarên gundiyan zêde dibin. Goksûngûr got: "Welatiyên Sûriyeyî ji nava kampê direvin û tên nava gund. Ji ber ku gundî wan nas nakin, ditirsin. Ji beriya niha deriyên ku nedihatin girtin, bê ku neyê girtin, ne em dikarin rûnin û ne jî xew bikin. Ji kampan der dikevin û li nava gund digerin. Gundî ji qîr û hewara wan a li nava kampê, pir bi fikar û metirsîdarin. Şer pir zêde bûye. Ji ber qelebalixê xew bi çavê me nakeve."
'ÊDÎ TAMA BERÊ YA GUND NEMAYE'
Goksûngûr destnîşan kir ku li gel tengavbûna cihê jiyanê jî, lawirvanî jî di xeteriyê de ye. Goksûngûr bertekên xwe nîşan da û wiha anî ziman: "Çêrgehên ku me lawirên xwe li ser diçêrandin ji destê me girtin. Ev pirsgirêk wê mehên Havînê hê zêdetir xwe bidin der. Her kes li êxuran lawirên xwe xudan dike. Gundî ji jiyana xwe bi fikarin. Êdî tama gund jî nemaye."
KAMP JI BO ASÎMLASYONÊ HATIYE AVAKIRIN
Goksûngur bi bîr xist ku polîtîakyên asîmlasyonê yên li dijî Elwiyan didan meşandin bi avakirina vê kampê dewam dikin. Goksûngûr anî ziman ku nizanin kî ne li kampê hatine bicihkirin, di nava wan fikaran de ne ku dibe yên li kampan hatine bicihkirin çete jî bin. Goksûngûr diyar kir, ji ber van sedeman divê hemû Elewî û rêxistinên civaka sivîl xwedî li welatiyên herêmê der bikevin. Goksûngûr têkildarî koçberiya li herêmê destpê kirî jî got ku Karsaz welatiyên Sûriyeyî weke hêza kar a erzan dibînin. Ji ber vê jî bêkarî zêde bûye. Welatî jî ji ber van sedeman dest bi koçkirinê kirine."
NAXWAZE BIBE ŞAHIDÊN QETLÎAMÊN NÛ
Saît Yildiz ê li Teroyê dijî, anî ziman ji ber neçariyê li gund dijî û got: "Me pir berxwedan kir. Zarokên me pir ditirsin. Em pir ditirsin, çare çiye, nizanîn." Yildiz ê yek ji şahidê Qetlîama Gurgumê ye, pir di nava metirsî û fikaran de ye ku bûyerên ji berê rû dayîn, dîsa pêk were. Dîtina leşker, polîsan jî têrê dike kû Yildir bikeve nava fikar û tirsê. Yildiz, dema ku ji bo Teroyê li Gurgumê daxuyaniyek hate dayîn ji ber ku polîs û leşker dîtibû, ji hişê xwe çûbû.
METIRSIYA KU RÊ LI BER PÊLÊN KOÇBERIYA MEZIN VEKE
Mehmet Derîter ê 30 salî jî diyar kir ku li nava kampê ne kesên hejar û mezlûm, kesên selefî hatine bicihkirin, ev jî wan dixe nava fikaran.
Derîter, fikar û metirsiyên xwe wiha anî ziman: "Destpêkê bi avakirina kampê xweza hate texrîbkirin û qirkirin. Qirêjiya binesaziyê diherike nava çemê gund. Li gorî gotinê rêveberên ku hatin lêkolîn kirin, qirêjiya ava me gihiştiye wê astê ku ziyanê bide mirovên me.Weke Platforma Jiyana Gurgumê me rapora xwe pêşkêş kir. Li ser daxwaznameyên me dayîn midûrên derdor, tendirûstiyê, daristan û çandiniyê, li ser vê yekê wê binesaziyê çareser bikin. Her çendî ev beşekî çareser jî bike, lê em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Ji ber qelebalixiya zêde gundî nikarin razê. Di nava kampê de teqandina bombeyên gazê, guleyên lasîk gundiyan nearam dike. Gundî pir ditirsin. Bi avakirina vê kampê demografiya vê herêmê di metirsiyê de ye. Dibe ku di pêşerojê de pêlên koçberiyê ya mezin pêk werin."