Li Tendûrekê sewqiyata leşkerî
Li herêma Tendûrekê ya ku operasyonên leşkerî bi rojan e berdewam dike, yekîneyên taybet û cerdevan hatin sewqkirin.
Li herêma Tendûrekê ya ku operasyonên leşkerî bi rojan e berdewam dike, yekîneyên taybet û cerdevan hatin sewqkirin.
Li Çiyayê Tendûrekê ku dikeve di navbera navçeyên Giyadîn û Bazîdê yên Agiriyê û navçeya Ebexê ya Wanê de, operasyon leşkerî bi rojan e berdewam dike. Hate hînbûn ku bi otobusên Lîder Agirî Doguş û Metroyê, yekîneyên taybet û cerdevan hatin sewqkirin.
Hêjayî gotinêye ku ji duh ve li herêmê tevgera helîkopter û balafirên bê mirov jî didome. Îro di saet 15:00'an de 5 otobusên Lîder Agirî Doguş û Metroyê, yekîneyên taybet û cerdevan sewqî herêmê hatin kirin.
Tîmên taybet û cerdavanên ku li herêmên bi cihbûne, gefan li gundiyên herêmê dixwin.