Li Tendurekê liv û tevgera helîkoperan

Li herêma Tendurekê, duh bi şev liv û tevgereke zêde ya helîkopterên leşkerî û heronan hebû.

Li herêma Tendurekê ya navbera navçeya Ebex a Wanê û Bazîd a Agiriyê, ku artêşa Tirk li vê derê derba giran ji gerîla xwar, bi şev tevgereke xurt a hewayî hebû. Piştî ku duh êvarê operasyona leşkerî dest pê kir, helîkopter û heron duh bi şev li herêmê geriyan.

Çavkaniyên herêmî gotin, yekîneyên taybet ên leşkerî li Tuteka Jor, Grêdêm, Kevirê Lodan û Temaşe hatine bicihkirin. Tîmên taybet ên bi cerdevanan digerin, gef li şivanên li herêmê xwarin û ew ji herêmê derxistin.