Li Tendurekê derbeke din li artêşa Tirk hate xistin

Li Çiyayê Tendurekê, ku di navbera navçeya Bazîd a Agirî û navçeya Ebex a Wanê de ye, derbeke din li artêşa Tirk hate xistin.

Di navbera artêşa Tirk ku danê vê sibehê dest bi operasyonê kir û hêzên gerîla de şer derket.

Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên Tirk ve hatin dain, di vî şerî de gelek leşker mirî ne û birîndar bûne. Li ser hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn agahiyeke zelal bi dest neket. Çavkaniyên herêmî ragihand, gelek ambûlansan berê xwe dan herêma şer. Hat gotin, leşkerên mirî û birîndar bi helîkopteran ji qada şer hatine rakirin.

Li Tendurekê bi şev heta ber destê sibehê helîkopterên şer û heron geriyan. Serokkomarê Tirk Erdogan duh daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû, ku li Tendurekê 'derb' li gerîla hatiye xistin.

24 saet piştî vê daxuyaniya Erdogan, hêzên gerîla yên li vê herêmê rê kontrol kirin, TIR'ek ji bo artêşa Tirk dixebitî, şewitandin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî hefteyek beriya niha bi daxuyaniyekê hêzên gerîla yên li Tendurekê pîroz kiribû, ku li vê derê derb li artêşa Tirk xistine.