Li Sûrê çalakiya runiştinê

Li  Navçeya Sûrê ya ku di cîhanê de herî zêde qedexeya derketina derve lê berdewam kir û çar roj in di bin dorpêça polîsan de ye, bi armanca balkişanda ser xerakirinê çalakiya rûniştinê hate pêkanîn.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku di cîhanê de herî zêde demdirêj qedexeya derketina derve lê hat îlankirin, di çarçoveya "Veguherîna bajarvaniyê" de tê xerakirin û xerakirin didome. Navçe 4 roj in di bin dorpêça polîsan de ye. Li taxa Alîpaşa ku ji sedî 80 hatiye xerakirin, 4 roj in polîsan bi bariyeran dorpêç kiriye û ketin û derketina taxê qedexe kirine. Li taxê 20 roj in av û ceyran hatiye qutkirin û  zorê li welatiyan dikin ku navçeyê vala bikin. Lê tevî hemû zextan welatî malên xwe terk nakin.

Îro jî koma ku ji endam û rêveberên Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na, parlamenterên HDP'ê û rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar, aktîvîstên TJA'yê li kolana Kûtlûyê kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiyê daxuyanî dan û bertekên xwe yên li dijî xerakirinê anîn ziman. Di çalakiyê de Berdevka Platforma Sûrê Busra Cîzrelîoglu, diyar kir ku li taxa Alipaşa bi awayekî fîîlî qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin û xwest her kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş got ku “Divê her kes li Sûrê xwedî derkeve û ji bo hikûmet û muxalefet dengê platformê bibihîze divê em di nava hewldanê de bin. Kevirê bingehîn ê wijdan e. Divê her kes wî bibihîze û guh bidiyê.”