Li Sûrê ava vexwarinê ya dibistan û malan hate qutkirin

Li navçeya Amed Sûrê di bin navê 'ji nû ve avakirin' ê de, piştî biryara hilweşandina 2 taxan, welatiyên ku taxên xwe neterikandin, ava wan a vexwarinê hat qutkirin.

Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûrê, ji aliyê TOKÎ’yê  ve ku di bin navê 'ji nû ve avakirinê'  de biryara hilweşandinê berdewam e.  Xebatên hilweşandina xaniyan ku ev 2 roj in li malên ku berê li taxa Alîpaşayê hatibûn valakirin, didome. Malên vala bi kepçeyan tên xirakirin û bi sedan malbatên ku malên xwe neterikandin wê neçin û li cihê xwe bin.

Welatiyên ku li taxa Alîpaşayê rûdinin û didin xuyakirin ku malên xwe naterikînin, roja Sêşemê ekîbên DÎSKÎ’yê yên girêdayî qeyûmê Şaredariya Mezin li taxê wanayên ava vexwarinê girtibûn.

Ji roja Sêşemê ve welatiyên taxê ku ava vexwarinê ya wan hatibû qutkirin, pirsgirêkên ava vexwarinê ji mizgeftê û ji taxa Lalebeyê digirin û çareser dikin. Li rexmê ava malan, ava Dibistana Seretayî ya Alîpaşeyê ji hatiye qutkirin.

Xwendevanên Dibistana Seretayî ya Alîpaşayê ji ber nehatina ava dibistanê pêdiviyên xwe pêk nayînin û rêveberiya dibistanê ji deriyên lavaboya dibistanê jî kilît kiriye.

Welatiyên taxê ku di terknekirina malên xwe de bi biryar in, diyar kirin ku li rexmê qutkirina avê cih û warê xwe terk nakin.

Fesla Ayaza 93 salî li dijî vê rewşê û qutkirina mafê bingehîn yê jiyanê bertek nîşan da û wiha got; "Bi salan e ez li vê taxê dijîm. Zarokên min li vir dijîn, mezin bûn û zewicîn."

Welatiyê bi navê Yîlmaz Tikîz yê ji taxa Alipaşayê  diyar kir ku piştî qutkirina ava vexwarinê, pêdiviyên xwe ji taxa Lalebey û Mizgefta Hançerî Guzel digirin û wiha got; "Em ji sibê ve avê dikêşin. Pêdiviya me ya herî bingehîn av e û bi qutkirina avê re dixwazin me bi zorê bidin terikandin. Em vê qebûl nakin."