Artêşa Iraqê ya ku 'nikare' Şengalê biparêze hate şermezarkirin: 2 kes birîndar bûn

Şengaliyan êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kirin. Lê belê ji ber gulereşandina leşkerên Iraqê herî kêm 2 Şengalî birîndar bûn.

Li nehiya Sinûnê ya Şengalê, ciwanan êrişên artêşa Tİrk û bêdengiya hikumeta navendî ya Iraqê şermezar kirin.

Leşkerên Iraqê gule li xwepêşandêran reşandin. Li gorî agahiyên destpêkê yek jê rojnamevan herî kêm 2 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan rojnamevana birîndar bû nûçegihana Çira TV û Jinhayê Nesrîn Hesen e. Hate ragihandin ku Nesrîn Hesen ji lingê xwe birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Ciwanê din ê birîndar bû jî Ednan Hemed e lê li ser rewşa tenduristiya wî agahî bi dest neketin.

Dewleta Tirk a dagirker 7'ê Kanûnê êriş biribû ser Şengalê û Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel qetil kiribû. 11'ê Kanûnê jî bombe li Meclîsa Gel a Xanesorê barandibû.

Li gorî çavkaniyên li herêmê, artêşa Iraqê hewl da ku hêzeke mezin a leşkerî derbasî Sinûnê bike, ji ber vê yekê jî alozî li herêmê rû da.

Ciwanan nerazîbûn nîşan dan û wesayiteke leşkerî ya artêşa Iraqê ya bi tîpa Hammer ji navçeyê derxistin. Ciwanan destnîşan kirin ku heta artêşa Iraqê qada hewayî ya Şengalê ewle neke, ti wateya xwe ya mayina li herêmê nîne.

Di nava rojê de Rêveberiya Xweser a Şengalê nerazîbûneke tund nîşanî bêdengiya rêveberiya Bexdayê dabû û diyar kiribû ku hikumeta Iraqê "Bi ti awayî Şengalê naparêze û serweriya xwe li Şengalê nemaye." Ji ber vê yekê jî xwest ku saziyên ser bi hikumeta navendî li Şengalê neyên vekirin.

Bi vê daxuyaniyê re ji bilî nexweşxane û dibistanên li Şengalê ti saziyên hikumetê wê neyên xebitandin.