Li Silopiyayê polîsan êriş birin ser dikandaran

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, dikandarekî nerazîbûn nîşan da ku wesayita zirxî li ber dikana wî park kiriye. Li ser vê yekê polîsên Tirk êriş birin ser dikandar.

Dikandarekî ji Silopiyayê nerazîbûn nîşan da ku wesayita zirxî TOMA li ber dikana wî park kiriye.

Heman dikan li pêşberî avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Silopiyayê ye.

Dikandar anî ziman ku TOMA muşteriyan asteng dike û nerazîbûn nîşan da. Polîsên Tirk jî li ser vê yekê êrişî dikandar kirin.

Polîsan gotin, "Tu çawa dikare li ber hêzên ewlekariyê rabe" û hewl da dikandar bifetisîne.

Dikandar û xelkê li derdorê pêşî li polîsên êrişkar girtin. TOMA ji ber dikanê vekişiya, lê belê polîsên Tirk dor li dikanê girtin.