Li Silêmaniyê li ser astengiyên li pêşiya medyaya Kurdî komxebatek hat lidarxistin

Federasyona RONÛS li Silêmaniyê têkildarî rewşa medyaya Kurdî û astengiyên li pêşiya wê komxebatek hat lidarxistin.

Li Otela Ramada ya bajarê Silêmaniyê Federasyona Rojnamevan û Rojnamevanên Serbixwe (RONÛS) bi boneya salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî komxebatek li dar xist û têde sê panel li ser rewşa medyaya Kurdî û astengiyên domdar yên li pêşiya wê hatin destgirtin.

Mamostayê zanîngehê Dr. Saman Fewzî li ser rewşa çapemeniyê li Herêma Kurdistanê axivî û got: “Rewşa çapemeniyê li Herêma Kurdistanê di rewşeke nebaş û xirab de ye. Pêwîstiya me bi serweriya qanûnê heye ji bo rêkxistina karê ragihandinê. Li Herêma Kurdistanê yasaya karê ragihandinê felc bûye.”

Rêvebera Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Helebceyê Hetaw Hema Salih jî axivî û got: “Mixabin li vir, li Herêma Kurdistanê azadiya çapemeniyê û azadiya ramanê nîne. Tevî ku ev qas dezgahên çapemeniyê jî hene lê pêngavekê jî ber bi pêş ve neçûye. Hegemonyaya desthilata Herêma Kurdistanê medya xistiye bin kontrola xwe û xeniqandiye.”

Rojnamevan Kemal Reûf jî têkildarî rewşa azadiya çapemeniyê û azadiya ramanê li Herêma Kurdistanê wiha got: “Îro li derveyî medyaya desthilatdar projeyên medyaya taybet hene ku dengê gel digihîne hikûmetê. Her wiha ev medyaya taybet erkê wê têkelkirina herêman, afirandina nîqaşên çandî û belavkirina hişmendiyê di nav gel de ye. Li aliyek din jî danasîna rojnameyan bi xwîneran ve, avakirina raya giştî ya li dijî şerê navxweyî û demokratîkkirina civakê ji xwe re esas digire.”

Kemal Reûf anî ziman ku li Herêma Kurdistanê desthilatdar çapemeniya Kurd reş dike û got: “Rojnamevanan binçav dike, bi sûcê sîxuriyê tên sûcdarkirin. Jiyana rojnamevanan niha nayê parastin û her dem îhtîmal heye ku bên sûcdarkirin û bên girtin.”