Li Sêrtê 2 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk roja Pêncşemê danê êvarê li Sêrtê bi ser malan de girt û 2 kes binçav kirin.
Polîsên Tirk roja Pêncşemê danê êvarê li Sêrtê bi ser malan de girt û 2 kes binçav kirin.
Operasyon li Taxa Nû û li Taxa Çalê pêk hatin. Polîsên Tirk ku di operasyonê de deriyên malan şikandin û zirar dan eşyayên malbatan, Serhat Baykara yê 22 salî û Yûsûf Ozbay bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kirine’ ew binçav kirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Şaxa TEM'ê.