Li Sêrt û Êlihê 66 herêm heta salekê hatin qedexekirin

Walîtiyên Sêrt û Êlihê 66 herêm bi navê ‘Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya Demdemî’ îlan kir.

Walîtiya Êlihê 58 û Walîtiya Sêrtê jî, 8 herêm bi hinceta "Herêma Ewlekariya Eskerî ya Demborî" qedexe kirin. 

Walîtiya Sêrtê, di daxuyaniya da de, diyar kir ku 8 herêmên girêdayî navçeyên Berwarî, Dihê û Hewîlê heya dawiya salê weke " Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya Demdemî’ " îlan kirine. Walîtiyê ev biryara xwe ya qedexeyê bi Qanûna Serokkomariyê ya Jimara 3399'an ve girê da. 

Walîtiya Êlihê jî, daxuyaniyek da û got: "58 herêmên girêdayî navçeyên Sason, Heskîf û Hezoyê heya dawiya salê bi hinceta “Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya Demdemî” hatine qedexekirin.