Li Sêrt, Bedlîs û Colemêrgê çalakî: 3 leşker mirin

Gerîlayên HPG'ê, li Bedlîs û Sêrtê li leşkerên Tirk xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, roja 28'ê Gulanê hêzên gerîla li herêma Beşra ya navçeya Dihê ya Sêrtê dor li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk girtine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku gerîla saet di 17:30 de xwe berdane nava vê yekîneya veşartî û bi çekên ferdî ji cihekî nêz li leşkeran dane.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Leşkerek li vê derê hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Hêzên me çekek HK-33 (melez) ji ser leşkeran rakirin. Her wiha bi çekên ferdî li leşkerên di hundirê konan de bûn dan, lê hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Kobra û qereqola TRT Erûh gule û bombe li derdorê barandin. Artêşa TC leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir. Wekî din, artêşa TC ji girê Xêrxolê bombe li koçerên li herêmê barand. Ev çalakiya hate lidarxistin, ji bo bîranîna hevalên me yên li herêmên Besta û Herekolê şehîd bûn hate kirin."

ÇALAKIYA SABOTAJÊ: 3 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN, YEK JÊ BERBAZ E

25'ê Gulanê saet di 20:00 de, hêzên me li herêma Lolbiva ya ser bi navçeya Xîzan a Bedlîsê çalakiyeke sabotajê li dijî yekîneyeke leşkerî ku tev digeriya, pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 leşker birîndar bûn, ku yek jê berbaz e.

CERDEVANEK HATE BINÇAVKIRIN, ÇEKA WÎ HATE DESTESERKIRIN

Êvara 27'ê Gulanê, li nêzî gundê Kindokê yê Xîzanê, cerdevanekî diçû wezîfeyê ji aliyê hêzên me ve hate binçavkirin. Kleşek û rextê li ser vî cerdevanî hatin desteserkirin. Cerdevan ji aliyê hêzên me ve hate hişyarkirin û piştre hate berdan.

ŞIRNEX

26'ê Gulanê saet di 13:30 de, hêzên me bi çekên giran li qereqola Serbend a li navçeya Qilabanê ya li Şirnexê dan. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

LI COLEMÊRGÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

26'ê Gulanê saet di 12:30 de, hêzên me yên YJA Starê li hemberî leşkerên li girê Ronahî yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

25'ê Gulanê saet di 13:30 de artêşa TC hawan avêt şehîdgeha li Geliyê Pisaxa ya li herêma Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê.

28'ê Gulanê saet di navbera 08:30-10:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêma Basya ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê barand."