Li Serayê ji ber şapeyê agahî ji 18 kesan nayê girtin

Li hêrama Yukari Narlica a navçeya Seray a Wanê ji ber şapeyê agahî ji 18 kesên windabûne nayê girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin saetên şevê li herêma Yukari Narlica ya dikeve navbera navçeya Şax û Seray yên Wanê de şape rabû. Di encama şapeyê de minîbusekî rêwiyan, taksî û wesayîteke kar dibin şapeyê de ma.

Li herêmê ji bo derxistina 18 kesên dibin şapeyê de mane xebat tê kirin, welatiyên li gundên derdor jî ji bo dîtina 18 kesên windabûne li cihê bûyerê kom bûn.