Tundiya li hemberî jinan didome

Li gorî JINNEWS’ê di meha Îlonê de 30 jin û zarokek hatin qetilkirin û 15 jin û 4 zarok jî bi awayek guman jiyan xwe ji dest dest dane.

Binpêkirina mafê jin û zarokan didome. Tundî û qetilkirina jin û zarokan her roja ku derbas dibe li Kurdistan û Tirkiyeyê zêdetir dibe. Polîtîkayên tên pêşxistin û gotinê serdestan ên zayendperest û bêcezahiştina kiryaran rê li ber tundî û qetilkirinê vedike.

Li gorî daneyên ajansa JINNEWS'ê di meha îlonê de 30 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 15 jinan û 4 zarokan jî bi guman e. 

Kiryarên jinên hatin qetilkirin dîsa yên herî nêzî wan bûn. 7 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicî ne, 5 jin ji aliyê mêrên ku jê veqetiyaye, 5 jin ji aliyê mêrê ku di pêvajoya berdanê de bûn, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji hêla cîranê xwe ve, kiryarên 4 jinan jî nehatin tespîtkirin, 4 jin ji aliyê mêrê ku pê re dijiyayî ve, jinek ji aliyê zarokê xwe ve û jinek jî ji aliyê xizmê xwe ve hat qetilkirin. 

Li Semsûrê 2, li Kayseriyê 1, li Konyayê 2, li Enqereyê 1, li Aksarayê 1, li Meletî 1, li Afyonê 1, li Hatayê 2, li Kocaeliyê 1, li Stenbolê 4, li Qersê 1, li Samsunê 1, li Mêrsînê 1, li Dîlokê 1, li Aydinê 2, li Sakaryayê 1, li Amedê 1, li Îzmîrê 2, li Karabûkê 1, li Antalyayê 1, li Mereşê jinek û li Manîsayê jî jinek hatin qetilkirin.