Agirê Newrozê li Başûrê Kurdistanê jî geş bû

Li gelek bajarên wek Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Dihok, îdareya Germiyan û Raperînê yên Başûrê Kurdistanê Newroz hatin pîrozkirin.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê weke her salê vê êvarê jî li Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Dihok, Germiyan û Raperînê agirê Newrozê pêxistin.

HEWLÊR

Li Hewlêrê berpirsên bajêr bi hinceta virûsa koronayê biryar dabûn wê ti şahî û kombûnek ji bo pîrozbahiya Newrozê çênebe, tenê wê li ser Qelaya Hewlêrê ji aliyê çend berpirsek ve agirê Newrozê were pêxistin. Lê di dema pêxistina agirê Newrozê de hejmarek zêde ya welatiyan bi cilûbergên xwe yên netewî ve li ber Qelaya Hewlêrê kom bûn. Her wiha li çend bajarok û navçeyên girêdayî Hewlêrê jî agirê Newrozê hate pêxistin.

SILÊMANÎ

Mîna her sal, li Silêmaniyê jî li ser Girê Mameyare agirê Newrozê hate pêxistin. Çend çalakiyek hunerî ji aliyê welatî û rêxistinên peywendîdar ve hat lidarxistin.

Li Çiyayê Guwêje yê Silêmaniyê jî agirê Newrozê hate pêxistin, welatî bi cilûbergên Kurdî ve berê xwe dan Çiyayê Guwêje û bi girtina govendê Newrozê pîroz kirin.

DIHOK

Mîna bajarên din li Dihok û navçeyên wê jî tevî biryara qedexeyên ji ber virûsê, agirê Newrozê hate pêxistin û welatî bi keyfxweşî pêşwaziyê lê kirin.

HELEBÇE

Li Helebceyê jî bi awayek girseyî agirê Newrozê hate pêxistin û gel bi girtina govendê pêşwaziya Newrozê kirin.

GERMÎYAN Û RAPERÎN

Li her du îdareyên Germiyan û Raperînê jî gel bi awayek coş pêşwazî li pêxistina agirê Newrozê kirin. Li navçeya Kelar a Germiyanê di saet 13:00’an de li ber Qelaya Şêrwan agirê Newrozê hate pêxistin û gel bi cilûbergên xwe yên netewî berê xwe dan cihê pîrozbahiyê.