Li ser cenazeyên li Meletiyê şopên kîmyewî hatin dîtin

Rêveberê ÎHD'ê yê Meletiyê Mehmet Tûncel got, li ser piraniya cenazeyên anîne Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê şopên kîmyewî hene û destnîşan kir, ku cenaze piştî 2-3 rojan cenaze tên veşartin.

Li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, ku bi giranî cenazeyên şervanên YPS'ê û PKK'yî yên di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dane tînin vê derê, bi qasî 25 cenaze hene. Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Meletiyê Mehmet Tûncel diyar kir, haya wan ji hejmara cenazeyên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê anîne nîne û got, bi Rewşa Awarte re nêzîkatiya li cenazeyan, malbatan û saziyên civaka sivîl guherî ye, li ser cenazeyan şopên kîmyewî hatine tespîtkirin û cenaze piştî 2-3 rojan tên veşartin.

Tûncel anî ziman, beriya Rewşa Awarte rayedaran têkildarî cenazeyan agahî didan wan, lê êdî hejmar û aqubeta cenazeyan nizanin. Tûncel ragihand, berê ji bo dîtina cenazeyan ew jî dikarîbûn bikevin hundir, lê niha bi zor û zehmetiyê ancax malbat dikarin bikevin hundir.

ŞOPÊN KÎMYEWÎ YÊN LI SER CENAZEYAN

Tûncel li ser serlêdana malbatên ji bo rakirina cenazeyan serî li ÎHD'ê dane axivî û destnîşan kir, ku li ser cenazeyên dawî anîn şopên kîmyewî hebûn û bi qasî ku neyên naskirin şewitî bûn.

Tûncel da zanîn, ku ji wan re hatiye ragihandin; bi taybetî cenazeyên mirovên di bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dane bi zorê tên naskirin, yan jî nayên naskirin û wiha dewam kir: "Yên nayên naskirin, piştî encama testa DNA'yê tên tespîtkirin. Cenazeyên vê dawiyê tên bi giranî bi vî rengî ne. Malbatên cenaze dîtine dibêjin, tevî ku parçe bûne, her wiha şewitîne. Hin malbat, dema ku cenaze dîtin ketin nava gumanan ku çeka kîmyewî hatiye bikaranîn. Nikarin tespît bikin, lê bi guman in ku çeka kîmyewî hatiye bikaranîn. Çend malbatan di vê demê de gumanên xwe yên bi vî rengî anîn ziman."

HIN MALBAT HENE KU BI MEHAN E LI ZAROKÊN XWE DIGERIN

Tûncel diyar kir, ku gelek malbat hene, cenazeyên zarokên xwe nas nakin, hewl tê dayin bi rêya DNA'yê bê teşxîskirin, lê belê ev pêvajoya teşxîskirinê bi mehan dewam dike û ji ber vê jî malbat mexdûr dibin. Tûncel got, "Em bi xwe nikarin cenazeyan bibînin. Piştî zor û zehmetiyeke mezin û astengiyan, malbat tenê dikarin cenazeyan bibînin û rakin. Hin malbat tên û dibêjin, cenazeyên wan ne li vir e, li cihekî din e. Piştî ku çend caran tên vê derê û diçin, derdikeve holê ku cenaze li cihekî din e. Raporên Tipa Edlî heta niha bi destê me ve nekin. Hin malbatên bi rêya parêzeran serlêdanê kirin anîn ziman ku bi vî rengî rapor bi dest xistine."

PIŞTÎ 2-3 ROJAN TÊN VEŞARTIN

Tûncel da xuyakirin, ku kiryareke din a li dijî cenazeyan jî ew e, cenaze piştî 2 yan jî sê rojan tên veşartin. Tûncel got, "Berê cenaze li morgê dihatin sekinandin. Lê belê niha piştî 2-3 rojan tên veşartin. Dema ku malbat bi qelebalix li ber morgê disekinin, polîs pirsgirêkê derdixînin. Dest li wan werdidin. Naxwazin mirov bi rengekî girseyî xwedî li cenazeyan derkevin."

Tûncel destnîşan kir, ew parêzvanên mafên mirovan, rawestandina malbatan bi demdirêjî li ber saziyên tipa edlî weke îşkenceyê dibînin û got, divê cenaze derhal bên teşxîskirin û radestî malbatan werin kirin.