Li ser Şengalê balefirên keşfê digerin

Li asîmanê Şengalê tevgereke zêde ya hewayî heye. Balafirên keşfê bê navber û bi awayekî nizm li ser herêmê digerin.

Di van demên dawî de li Şengalê tevgera hewayî zêde bûye. Li gorî agahiyên ji herêmê hatî wergirtin sê roj in bê navber balafirên keşfê li asîmanê Şengalê digerin. Gelek caran balafirên keşfê û balafirên şer bi hev re digerin û fikara metirsiyê li ser herêmê çêdikin.

Li gorî çavkaniyên herêmê ragihandî îro danê êvarê şûnde balafirên keşfê gelek nizm û bê navber li ser tevahiya Şengalê û komalgehên wê digerin. Lê belê nehate zanîn ka balafirên navborî yên kî ne.
Di van kêliyan de jî ev tevger didome.