NÛ BÛ

Li Semsûrê erd hejiya

Li navçeya Samsat a Semsûrê, bi dijwariya 5.8 pileyî erd hejiya.

Erdhejê saet di 14:07 de li navçeya Samsat a Semsûrê bi 10 kîlometreyan di binê erdê de rûda.

Şêniyên Dîlok, Kîlîs, Amed, Êlih û Rihayê jî bi vê erdhejê hesiyan.

Tê gotin, li gundê Akdamar ê Semsûrê 15 xanî ji ber erdhejê xera bûne û 3 kes jî birîndar bûne. Her wiha agahî ji hin gundan nayê girtin.

SEROKÊ ŞAREDARIYÊ: TI MAL NEMANE KU NEHILWEŞIYANE

Serokê Şaredariya Samat Yûsûf Firat, piştî erdhejê daxuyaniyek da û got: “Li navçeyên navendê mirî û birîndar nîne. Avahiya hikûmetê û şaredariyê hatiye hilweşandin. Hema hem hemû mal hilweşane.”

Li gorî agahiyên destpêkê, ti kes di erdhejê de nemirine. Ji derveyî Samstê li navçeya Kahta di rêjeyek bilind de erdej pêk hatiye û gel li devrene.

Li navenda Samsûrê ya ku nêzî 2 kêliyan erdhej dom kir, gel xwe avêtin derve. Welatiyên bi panîk û tirsê derketin derve ketin tirsa ku wê avahiyên wan hilweşe. Welatiyên Samsûrê ji ber dubarebûna erdehjê li derve ne.

LI RIHAYÊ ERDHEJ

Piştî Samsûrê li Kasimkûyû ya girêdayî Rihayê erdehejek di pileya 4,6 pêk hat. Erdjeka li Rihayê bi qasî kêliyekê pêk hate, dîwar kelişîn û gel di nava tirsê de xwe avêtin derve. Bi taybet avahiyên kevin ji ber erdhejê rê li ber hilweşîn û ketin parçeyan vekirin. Li Hewêg û gundên derdorî wê yên nêzî Samsatê demê hejîna erdehjê hê dirêjtir domkir û di malan de terxrîbat derketin û gel derketin derve.