Li Sêmalkayê çalakî bi koma ji Dêrikê dewam dike

Li Sêmalkayê di roja 66'an a çalakiyê de endamên Meclîsa Bajarê Dêrikê çalakî dewr wergirtin.

Ji bo wergirtina cenazeyên gerîla yên ku di kemîna hêzên çekdar ên PDK'ê de şehîd bûn, çalakiya kon a li ber deriyê Sêmalka di roja 66'an de ye.

Çalakgerên îro endamên Meclîsa Bajarê Dêrikê bû ku nobeda çalakiyê ji koma ji Girkê Legê wergirt. Endama Meclîsa Navçeya Girkê Legê Evîn Îbrahîm di merasîmê de axivî û serketin ji çalakiyên li Dêrikê re xwest û diyar kir ku heta cenazeyan werbigirin wê çalakiya xwe bi biryardarî dewam bikin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bimire xiyanet" hate qîrîn. Piştre jî koma ji Dêrikê dest bi çalakiyê kir.