Li sê navçeyên Mêrdînê xebatên HDP’ê yên hilbijartinê

Di çarçoveya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de heyeta HDP'ê serdana 3 navçeyên Mêrdînê kir û gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Mêrdînê di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de îro li navçeyên Stewrê, Dêrik û Şemrex û gundan çalakî lidarxist. Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, parlamenterên bajêr Mîthat Sancar, Pero Dundar, Ebrû Gunay û Tûma Çelîk, Namzetên Hevşaredariya Stewrê Gulîstan Oncu û Mehmet Yasîn Kalkan serdana taxên Awîna, Elfan û Barman kirin.

SANCAR: DESTHILATDARIYÊ EV HILBIJARTIN VEGUHERANDIYE MESELYA MAYÎN Û MIRINÊ

Sancar bi dikandaran re axivî û got; “Ev hilbijartin wê encamên cûda bixwere bîne. Desthilatdarî jî di ferqa vê de ye. Ji ber wê jî ev hilbijartin veguherandiye têkoşîna mirin û mayînê. Bi gotina ‘Em hilbijartinê winda bikin, welat wê hilweşe, dewlet winda bike’ propagandayê dikin. A rast ev e; Wana ev welat pûç kir. Ji xwe civak parçe kirin. Kîn û nefret xistin nava gelan. Niha jî eger winda bikin dizanin ew ê hesabê vêya bidin. Lê em jî tiştekê dizanin. Ew ê winda bikin. Ji ber ku ev welat bi kîn û nefretê nayê birêvebirin.”

DUNDAR: ROJ ROJA TÊKOŞÎN Û DENG DERXISTINÊ YE

Li taxa Awîna Dundar a HDP’yî axivî û qala greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a  Leyla Guven û girtiyên zindanê kir. Dundar banga xwedî derketina li daxwazên girtiyan kir û got; “Roj roja têkoşîn û deng derxistinê ye.”

ŞEMREX

Piştre heyeta HDP’ê çû navçeya Şemrexê û li ketina navçeyê de ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Di navbera HDP û polîsan de gengeşe derket. Piştî gengeşeyê polîsan destûr da ku wesayît bikevin nava navçeyê û wesayîta anonsê ya HDP’ê bi îdîaya “qedexeya weşanê heye” hate desteser kirin. Piştre heyeta HDP’ê serdana taxa Qasrîk a ku ji aliyê fermandarê qereqolê ku gotibû “Eger herî kêm ji vir 200-300 deng ji bo AKP’ê dernekeve ez ê vî gundî bişewitînim” kir.

Gundiyan eleqeyek mezin nîşanî heyeta HDP’ê da, bihevre govend gerandin û bê navber dirûşme berz kirin. Gundiyan bi soza “Mereq nekin dengê me diyar e” heyeta HDP’ê oxir kir.

DÊRIK

Heyeta HDP’ê piştre çû navçeya Dêrikê û li vir ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmeyan hatin pêşwazî kirin. Ahmet Turk li vir ji gel re axivî û got; “Xelkê Dêrikê ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînek mezin kiriye. Gelê Kurd roj bi roj ber bi azadiyê ve gav diavêje. Her roj dijminahiya HDP’ê dikin. Têkildarî hiqûq, edalet, azadî û hejartiyê tiştekê nabêjin. Em ê bersiva pêwîst bidin kesên ku li dijî gelê Kurd siyaseta dijminahiyê dikin. Qeyûm tayînî 95 şaredariyên me kirin. Lê em baş dizanin ku; gelê me ew ê roja hilbijartinê bersiva pêwîst bidin.” Turk bi Kurdî got; “Siwar Hatin Peya Çûn”

Piştre heyeta HDP’ê serdana taxaên Şabana û Kizilê yên navçeya Dêrikê kir, bi gel re civiyan û bernameya hilbijartinê bidawî kirin.