Li Rûsyayê Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin

Ji ber Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li paytexta Rûsya Moskovayê civînek hat lidarxistin.

Kurdên ku li Mala Kurda ya li Moskovayê hatin ba hev, komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Li komeleyê civînek hat lidarxistin. Civîn bi temaşekirina sînevîzyonek a têkildaî komployê, destpê kir. Hevseroka Organîzasyona Jinên Kurd a Navneteweyî Cûliyeta Aram di civînê de axivî. Aram qala rola Abdullah Ocalan a jinûve zindîkirina gelê Kurd kir û anî ziman ku projeya konfederalîzma demokratîk ji bo mirovahiyê rêya rizgarbûnê ye.

Aram diyar kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiy Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got ku hingî ku tevgera azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê hebe, têkoşîna gelê Kurd wê bidome.

Aram wiha got: “Hêzên komploger ên navneteweyî bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi radestkirina dewleta Tirk, plan kiribûn ku Tevgera Azadiya Kurd tune bikin, lê Rêberê Gelê Kurd ev yek pêşbînî kir û hemû planên wan pûç kirin.”

Aram destnîşan kir ku heta mîsogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd, wê ev têkoşîn hîn xurtir bibe û bidome.