Li Rojhilat û Îranê çalakî mezin û berfireh dibin

Li Rojhilat û Îranê çalakiyên gel ên li dijî hejarî, bê karî, giranbûn û polîtîkayên zextê yên rejîmê destpêkirîn, di roja 3’emîn de didomin.

Li Rojhilat û Îranê çalakiyên gel ên li dijî hejarî, bê karî, giranbûn û polîtîkayên zextê yên rejîmê destpêkirîn, di roja 3’emîn her ku diçe mezintir dibin û didomin. Îro jî paytext Tehran jî di nav de li her çar parçeyên welat û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi deh hezaran mirov bi dirûşmeyên ‘Bimire Dîktatorî’, ‘Bese ji rejîma Molla re’ û ‘Em Komara Îslamî naxwazin’ rejîmê protesto dikin.

Li paytext Tehranê tevî hemû biryarên qedexe û ewlehiya berfireh ên hatîn girtin bi hezaran mirov berê xwe dan Zanîngeha Tehran û Qada Înkilapê. Tevî hêzên rejîmê li ber deriyê zanîngehê bûn, xwendekaran deriyên zanîngehê şikandin tevlî çalakiyên karkeran bûn.

Di çalakiyan de li dijî otorîteya olî ya Îranê Alî Xamaney dirûşmeyên ‘Bimire Diktatorî’ û ‘Çalakiyan berfirehtir bikin’ hatin berzkirin. Çalakgeran li vir bang li rejîmê kir ku bi tang, top û çekan gel nikarin bişînin malên wan. Li aliyê din rêyên giştî yên li Tehranê radestî artêşê hate kirin.

Îro li Îranê peyam û dirûşmeyên di gelek çalakiyan de derketin li pêş wiha ye:

Li bajarê Îsfahan ê ku yek ji bajarên herî dewlemend ê welate bi hezaran mirov bang li polîsan kirin ku beşdarî çalakiyên wan bibin. Li Eyaleta Erdebîl jî navenda çalakiyan Qada ŞerÎatî bû. Di çalakiyan de bê navber dirûşmeyên dijî rejîmê hatin berzkirin.

Li Şerekurd jî tevî bergiriya ewlehiyê jî gelek kes daketin qadan. Li Kermanê jî bang li polîsan hate kirin ku beşdarî çalakiyan bibin û li gel çalakgeran cih bigrin.

Li Bender Ebasê jî girseya gel a daketî qadan dirûşmeyên ‘Gelê Îranê yê bi rûmet divê destê hev bigre, piştgirî bidin çalakiyan’, li Necef Ebad’ê jî dirûşmeyên’ Em Komara Îslamî naxwazin’ hate berzkirin.

Li aliyê din li Gûherdeşt a girêdayî Karacê jî gelek kes daketin qadan û çalakî lidar xistin. Bi hezaran kesên ku li Şîrazê daketin qadan dirûşmeyên ‘Bimire Diktatorî’ berz kirin.

Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilat jî çalakî di roja 2’emîn de didomin. Li Kirmanşanê piştî êrîşa polîsan di çalakiyan de gel li ber xwe da û polîs neçar man birevin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku 8 kes hatine binçavkirin.

Li Rojhilat yek ji navendên çalakiyan parêzgeha Ûrmiye bû. Di çalakiya bi sedan kes beşdar bûyîn de dirûşmeyên ‘Bimire Dîktatorî’ berz kirin.