Çalakiyên li Îranê didomin: Bes e ji dîktatoriyê re!

Çalakiyên li dijî xizaniyê û polîtîkayên rejîmê ku li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tên li darxistin, di roja 3'emîn de ne. Di serî de Tehran gel bi dirûşmên "Bes e ji dîktatoriyê re" li gelek bajaran daket qadan.

Çalakiyên li dijî xizaniyê û polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê ku li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tên lidarxistin, dewam dikin. Gelê ku daketiye qadan, dirûşmên "Netirsin, netirsin em hemû bi hev re ne", "Artêş ji bo gel e, artêş ji bo gel e", "Bes e ji dîktatoriyê re", "Mirin ji dîktatoriyê re" diqîre.

Li Kirmanşan, Şarî Kurd, Tehran, Hemedan, Îsfahan, Yasûc, Meşhed, Kerec, Carcrûd, Becnûrd, Rafsancan û hê gelek bajar û bajarokan bi hezaran kes daketin qadan û polîtîkayên rejîma Îranê protesto kirin.

Ji Zanîngeha Tehranê jî gelek xwendekar tevlî çalakiyan bûn. Li Zanîngeha Tehranê di çalakiyan de polîs û xwendekar bi hev ketin. Çalakî dewam dikin.

Li bajarê Meşhedê, ku çalakiyan ji vir dest pê kirin, çalakgerên daketin qadan ji bo sîstema şah dirûşm qîriyan. Li Meşhedê ku lîderê olî yê Îranê Alî Xameney lê ji dayik bûye, piştî ku çalakî mezin bû rejîmê hejmareke zêde leşker şand herêmê.

Li Îsfahanê jî ku yek ji bajarên herî dewlemend ên Îranê ye, gelek jin tevlî çalakiyan bûn. Di dîmenekî ku li vir hate kişandin de jineke Îranî ji hêzên Îranê re got, "Ev der cihê me ye, hûn ji vir biçin."

Li wîlayeta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê jî îro jî gel dakete qadan. Bi hezaran kesên li meydana Azadî li hev civiyan, rejîm û polîtîkayên wê şermezar kirin.

Li bajarên navborî ku hêzên Îranê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtine, car carna şer diqewime.

JI BO ÇALAKIYAN BANG HATIBÛ KIRIN

Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo daketina qadan û lidarxistina çalakiyên protestoyî bang hatibû kirin.

Bajarên ku banga çalakiyan lê hate kirin ev in: Tehran, Heştgird, Amol, Şîraz, Kerec, Tebrîz, Kirman, Weramîn, Meşhed, Simnan, Ebher, Rafsancan, Perend, Vidar, Reşt, Kaşan, Necefabad, Gulpayegan, Kum, Bêhşahr, Kaşmer, Erebîl, Desful, Sawe, Yasûc, Qaimşehr û Îsfahan.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî li wîlayeta Hemedanê û bajarê wê Melayerê, li navenda Kirmanşan û bajarê Kengawerê, li Birûcerd, Xurmawa yê ser bi Lorîstanê, Nexede yê ser bi Ûrmiye û navenda Sinê banga ji bo çalakiyan hatibû kirin.

Wekî din li bajarên Zahidan û Çabahar ên Belûcîstanê û bajarên Ehwaz û Defulê ku Ereb lê dijîn, bang ji bo çalakiyan hatibû kirin.