Li rojavayê Minbicê şer dijwar bû, panzerek hate rûxandin
Li gundên rojavayê bajarê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Tirk a dagirker de şereke dijwar rû da. Şervanan panzêreke artêşa dagirker rûxandin.
Li gundên rojavayê bajarê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Tirk a dagirker de şereke dijwar rû da. Şervanan panzêreke artêşa dagirker rûxandin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan derbasî gundên Olaşlî, Gorhiyok û Til Torîn ku li rojavayê bajarê Minbicê dikevin, bibin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi hewl dana artêşa dagirker û çeteyên wê hesiyan û yekser mudaxele kirin.
Li ser vê yekê di navbera şervanan û artêşa dagirker şerekî dijwar rû da. Artêşa Tirk û çeteyên wê çekên giran bi kar tînin.
Her wiha şervanan panzêreke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema dewl da derbasî gundê Gorhiyok bibe, rûxandin.