Li Rihayê Selîm Sadak, li Cizîrê jî 7 kes hatin girtin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP'ê de 7 kes li Cizîrê, endamê Desteya Dîwanê ya KCD'ê Selîm Sadak hatin girtin.

Polîsên Tirk 8'ê Adarê li Cizîrê avêtibûn ser malan û 14 kes destgîr kiribûn. Bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 14 kes derxistin pêşberî dadgeriyê.

Dadgerê Tirk di derbarê Agît Malgaz, Mehmet Tûrel, Ahmet Kaya, Abdûrrahman Çakir, Suleyman Çagdavûl, Salih Kalkan û Mehmet Bakî Îdîg  de biryara da û şandin girtîgehê. 

Kesên bi navê Vesîle Sarica, Zeynep Guler, Faysal Kolanç, Haci Goçmen, Faysal Ermagan, Mehmet Şerîfoglû ve Abdulselam Dûrgût jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 

SELÎM SADAK HATE GIRTIN

Doh jî Endamê Desteya Dîwanê yê Kongreya Civaka Demokratîk Selîm Sadak ku li Wêranşarê di mîtînga Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî pêk anî de axivî bû, derengiya şevê derxistin dadgeha Rihayê û hate girtin.