Li Rihayê bi dehan kes hatin destgîrkirin

Li Rihayê bi çarçoweya qirkirina operasyonên siyasî bi kêmanî 30 kes hatin destgîrkirin.

Li Rihayê ku cîranê Bakur Rojhilatê Sûriyê ye û polîsên dewleta Tirk bi ser gelek malan de, siyasetmedarên HDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û endamên sendîkayê jî di nav de bi kêmanî 31 kes destgîr kirin.

Kesên ku li navenda bajêr hatine destîkirin: Hevseroka Şûbeya Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla  Mûmîn, rêveberê SES'ê Hîkmet Evîn, Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ferît Tamga û Songul Arpa, Serhat Ogur, Asîl Turk, Necmettîn Oorak, Talîp Bozkaya, Zubeyde Duvar, Tugba Başkale, Muzaffer Çakmak, Omer Bozdal û Ozgurcan Altingul, Sevgîl Bultur, Bişar Tuysuz, û xwendekarê zanîngeha Harranê  Onur Atli.

Kesên ku li navçeyan hatin destgîrkirin:

Bîrecûk: Endamê Meclîsa Şaredariyê Halîl Sarikaya û nexweşê pençeşêrê Mahmût Korkmazer

Xelfetî: Hevserokê Navçeyê ya HDP'ê Abdurrahman Çîftçî, endama Meclîsa Şaredariyê Naîme Bayram

Sirûc: Ahmet Yenilmez, Mehmet Tugalan, Mustafa Gunduzalp, V.A û M.G

Wêranşar: Kemal Kudîn, Burhan Goren, Fatma Sîlgir

Serêkaniyê: Fatma Aslan, Şeyhmus Dagtekîn

Siwerek: Mehmet Kultur