Li Qoserê terora dewletê: 30 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hejmara Kurdên ku di encama serdegirtinên malan ên serê sibê destpê kirin de hatine binçavkirin derket 30 kesan.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hejmara Kurdên ku di encama serdegirtinên malan ên serê sibê destpê kirin de hatine binçavkirin derket 30 kesan.
Li navçeya Qosera Mêrdînê serê sibehê polîsan dewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin.
Hejmara kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin derket 30 kesan. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku 2 kes hatine binçavkirin.
Hate hînbûn ku binçavkirin bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" pêk hatiye û ev jî sûcdariyeke keyfî û sîstematîk e.
Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Qoserê tên ragirtin.