Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Qoser a Mêrdînê di serdegirtina malan de 2 kes binçav kirin.
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Qoser a Mêrdînê di serdegirtina malan de 2 kes binçav kirin.
Li gorî agahiyan, polîsên Tirk li navçeya Qoser a Mêrdînê serê sibehê avêtin ser malan.
Di serdegirtinan de Eylem Kûrga û Serhat Kûrga ên xizmê hev in hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehate eşkerekirin.