Li Qendîlê agirê Newrozê hat geşkirin

Du roj mane ji bo pîrozbahiya mezin ya Newrozê, lê ji niha ve welatiyan bera xwe dane Binarê Qendîlê û agirê Newrozê geş dikin.

Bi dehan welatî ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê ji niha ve bera xwe dane Binarê Qendîlê û li hev kombûne û agirê Newrozê geş dikin. Welatiyan heya derengê şevê li dora agir li ber stranan govend gerandin.

Welatiyên ji niha ve hatinî Binarê Qendîlê dibêjin ku serkeftina Gerîla ya li Garê bandorek mezin li her çar perçeyên Kurdistanê kiriye û ji ber wê ew zûtir hatine Qendîlê da ku bi gerîlayan re Newrozê pîroz bikin.

Endama Komîteya Amadekarê Giştî ya pîrozbahiya Qendîlê Şîlan Şakir diyar kir: “Ji niha ve bi dehan welatî bera xwe dane Binarê Qendîlê û bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin.”

Şakir her wiha got: “Em wek Komîteya Amadekar ya Newrozê me ji sedî 95’ê kar û xebatên ji bo pîrozbahiyê pêkaniye û ji bo pêşwazîkirina welatiyan amade ne. Şîlan Şakir her wiha da zanîn ku Newroza îsal wê bi ruhê serkeftina Gerîla ya li Garê bê pîrozkirin û wiha pêde çû: “Newroza Îsal bi ruhê serkeftina Gerîla ya li Garê ye, em ruhê gerîlayên şehîd silav dikin, di heman demê de têkoşîna gelê xwe silav dikîn ku niha ji bo wergirtina agahî ya têkildarê rewşa tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pêyan e.”

Şakir bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em wek Komîteya Amadekar bang li hemû aliyên siyasî û gelê Kurd dikin ku bê cudakariyê bên û tevlî pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê bibin da ku Newrozê bikin Newroza yekîtiya netewî û yekgirtinê.”