Li Pirsûsê serdegirtina malan: 12 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di serdegirtina malan de ku li dijî endamên HDP û DBP'ê hatin kirin, 12 kes hatin destgîrkirin.

Di serdegirtinên serê sibehê de hevserokên navçeya Pirsûsê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 12 kes hatin destgîrkirin.

Têkildarî kesên hatine destgîrkirin biryara 'astengiya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 saetan' hate danîn. Li ser hinceta destgîrkirinê agahî bi dest neketin.

Kesên hatine destgîrkirin: Hevseroka DBP'ê ya Pirsûsê Rojda Bînîcî, Hevserokê HDP'ê yê Pirsûsê Yaşar Gunduzalp, rêveberê HDP'ê Salîh Kaplan û Mehmet Yildiz, Eyşe Aksû, Ergun Akaslan, Feryal Çelîkbaş, Îsmet Balî, Avnî Gokkan, Mûstafa Balî, Îbrahîm Bulbul, Mehmet Akîf Yilmaz."