Li Pazarcixê 7 mamoste hatin girtin
Li Pazarcixê ya Meraşê 7 mamosteyên Egîtîm-Sen’ê hatin girtin.
Li Pazarcixê ya Meraşê 7 mamosteyên Egîtîm-Sen’ê hatin girtin.
Li Pazarcixê ya Meraşê duh polîsan bi ser malan de girtin û 7’ê mamosteyên ku berê bi BHQ’an ji kar hatibûn avêtin ên endamên Egîtim Senê û ÎHD’ê Meraşê, piştî karên li Emniyetê sewqî edliyê kirin. Mamosteyên bi navê Ozgur Guler, Sedat Sakalli, Serkan Altınoz, Herdem Şahîn, Erdal Tanrıverdî, Bazo Çîftepala û Adem Erîn ji ber ku piştî çalakiyên 6-8’ê Cotmehê tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya Egîtîm Senê bûbûn, bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kirine’ bi daxwaza girtinê şandin edliyeyê.
Dadgehê bi heman îdîayê biryara girtina 7 mamosteyan da.
Diyar bû ku mamosteyên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meraşê.