Li Parlamentoya Hewlêrê rageşiya 'Nifşê Nû'

Koma Tevgera Nifşê Nû ku Sêşemê tevlî lihevrûniştina Parlamentoya Herêmî ya Kurdistanê ya li Hewlêrê bû, ji parlamentoyê hate derxistin.

Serokê Parlamentoyê Wala Ferîd bi hinceta ku Koma Nifşê Nû li gorî rêziknameyê nameşe ji lihevrûniştina parlamentoyê hate derxistin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê li parlamentoyê ji bo 14 komîsyon deng dihate dayin. Tevgera Nifşê Nû jî xwest seroktiya komîsyonê ya aborî û kanên sirûştî bidin wan.

Li ser vê gengeşî çêbû û Koma Nifşê Nû ji parlamentoyê hate derxistin.

Serokê Fraksiyona Tevgera Nifşa nû Dr. Kzim Farûz got ev plana PDK û YNK'ê ye, bi vê biryarê naxwazin ku ew li ser wan kontrolê bikin lê dîsa jî ew ê nikarin ku koma wan ji xebatan dûr bigirin.