Li Parîsê meşa bi heybet ya 10’ê Kanûnê

Li Parîsê Kurdistanî û dostên xwe ji bo 10 'ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan a Cîhanê li qadan bûn.

Li payîtexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên xwe ji bo 10 'ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan a Cîhanê li qadan bûn. Çalakiya ji aliyê TJK-F û CDK-F ve hate birêxistinkirin li qada Repûblîqûe dest pê kir. Bi sedan Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê û pankarta “Ji Ocalan re azadî“ hatin rakirin.  Di çalakiyê de tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Ji Ocalan re azadî“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de belavokên Fransî hatin belavkirin. Girseya ku gihişte qada Bastîlle ji bo şehîdan kîliyekê ketin rêzgirtinê. Piştî rêzgirtinê Hevserokê CDK-F’ê Necmettîn Demîralp axivî û diyar kir ku roj roja azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û got, heta Rêber Apo azad bibe em ê li qadan têkoşîna xwe mezin bikin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.