Li Otogara Wanê tevgera penaberan

Piştî ku hikûmeta Tirk got ‘3 milyon penaber hene ku li bendê ne ji Îranê werin cem me’’ hijmara penaberên ku bi navbeynkariya ÎHH’ê ji Îranê tên zêde dibe.

Piştî ku hikûmeta Tirk got ‘3 milyon penaber hene ku li bendê ne ji Îranê werin cem me’’ hijmara penaberên ku bi navbeynkariya ÎHH’ê ji Îranê tên zêde dibe.

Bi sedan penaberên ku beriya bi rojan anîbûn otogara Wanê hê jî li cihê xwe ne. Bi sedan penaber li otogara Wanê li bin daran, li ser giyayan dijîn û li bendê ne ku dewleta Tirk were wan bibe.

Li Wanê meha bihurî 300 penaber bi navbeynkariya ÎHH’ê ji Îranê hatibûn, hê dema ku bicihkirina wan a li Wan û Bedlîsê dom dikir penaberên din hatin. Hikûmeta Tirk AKP’ê beriya niha bi daxuyaniyekê gotibû, ‘’3 milyon penaber hene ku li bendê de ber bi me ve werin’. Piştî vê daxuyaniyê piranî jê ciwan ji Efganîstanê 300 penaber hatin Wanê. Piştî ku ev penaber hatin Wanê, li Bedlîsê, li dora Çiyayê Siphanê gundê konî hate danîn û Efgan li vir têne bicihkirin.

PENABERÊN KU BERIYA BI ROJAN HATIBÛN OTOGARA WANÊ HÊ JÎ LI BENDÊ NE

Ji ber ku bi kontrola dewleta Tirk û navbeynkariya ÎHH’ê penaberan tînin Wanê, nîqaşa ‘’gelo avaniya demografîk a herêmê diguherînin?’ dom dike lê hikûmeta Tirk di nav bêdengiyê de penaberan tîne Wanê. Bi sedan penaber li otogara Wanê ne. Li bin daran û li ser giyayan jiyana xwe didomînin. Bi sedan penaberên ku li otogara Wanê disekinin wiha ketin ber objektîfa ANF’ê.

BERIYA NIHA JÎ KENAN EVREN KIRGIZ LI HERÊMÊ BI CIH KIRIBÛN

Xebatên guherandina avaniya demokgrafîk a herêmê beriya niha di dema Kenan Evren de dest pê kiribûn. Kirgiz ên ku 1982’an ji hêla Evren ve anîbûn li cihê ku dewleta Tirk piştî komkujiya Zîlanê, 1930’î, li axa ku dewletê dest li ser danîbû hatibûn bicihkirin. Gundê Kirgiz bi sedan qoriciyên xwe di nav gundan de ew gund e ku hijmara qoriciyên wê herî zêde ne.