Li Nisêbînê cihên hatine wêrankirin ji rantê re tên vekirin

Dewleta Tirk, cihên li Nisêbînê wêran kir ji bo rantê pêşkêşî mutahîtan kir. Gelê Nisêbînê nerazîbûn nîşanî vê talanê da.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di dema qedexeya derketina devre ya 14'ê Adara 2016'an hate îlankirin û piştî wê de, 6 tax ji aliyê hêzên dewletê ve hatin hilweşandin. Li 4 taxan înşata TOKÎ hat destpêkirin û li taxên Zeynel Abîdîn û Kişlayê hîna tiştek nehatiye kirin. Dewleta ku şer kir hincet, dest danî ser taxan û niha jî xaniyên gel ji rantê re vedike.

Herêma ku tenê kepçe dikarin bikevinê, piranî kes ji ser têlan dikevin taxê û xaniyên xwe kontrol dikin. Piştî hilweşîna bi mehan dewam kir TOKÎ jî her diçin mezin dibin.  Wezaretê piştî TOKÎ'yan ji gel ji bo erseyan îmze xwest û soz didin ku jibo erseyan xaniyê TOKÎ'yê didin. Gelê ku vê qebûl nake jî li ber xwe dide.

Xebatên binesaziya Navenda Kirîn û Firotinê (AVM) a ku ji aliyê şîrketek taybet ve tê çêkirin jî hema hema li ber qedandinê ye. Gelê Nisêbînê da zanîn ku ew AVM'ê naxwazin û bi lêv kir ku bi vê armanc dikin ku esnafên biçûk biqedînin. Gel wiha got: "Em naxwazin lê ew çêdikin.  Armanc ev e ku me girêdayê tiştên biha û biyanî bikin. Em naxwazin çêbikin. Çêbikin jî wê kes neçe. Nekarin bi tiştên wisa çavên me têr bikin."