Li Nisêbînê 3 kes hatin girtin
Sê kesên ku hefteya derbasbûyî li Nisêbînê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin, ku yek ji wan zarok e, hatin girtin.
Sê kesên ku hefteya derbasbûyî li Nisêbînê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin, ku yek ji wan zarok e, hatin girtin.
Kesên bi navê A.A. (17), Ş.A., (22) û A.D. (24) 9'ê Kanûnê ji aliyê polîsên Tirk ve hatibûn destgîrkirin.
Hate ragihandin ku her sê kes bi îdîaya "bombe xistine binê wesayita zirxî ya polîsan" hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyan êşkence li her sê kesan hatiye kirin û piştre ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ve hatine girtin.