Li navçeya Farqîna Amedê 11 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan bi ser malên endam û rêveberên DBP'ê de girtin û herî kêm 11 kes binçav kirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsên girêdayî TEM’ê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de endam û rêveberên DBP'ê jî di nav de herî kêm 11 kes  binçav kirin.

Navê kesên hatine binçavkirin  wiha ne: Mele Huseyin Donen, Ethem Aşûroglû, Mehmet Karakoç, Ûgûr Karakoç, Akkan Başaran, Ethem Eker, Yûnûs Emre Ergîn, Osman Ezer, Eyyup Bakici, Dogan Tûncer û Îbrahim Fidan.

Diyar bû kesên hatine binçavkirin birin Amedê û dibe ku hejmara kesên hatibin binçavkirin, gelek zêde bibe.