'Li nav hevrêyên xwe henûn im, ne li bara dijmin'

Gerîla Çekdar Amed dijminê xwe nas kiribû, lewma biryar dabû ku xwe li çiyê bigire û li dijî dijmin şer bike. Ew gerîlayê henûn çûbû û li şûna wî gerîlayê bihêrs, awirtûj hatibû.

Li wir ji dayik nebû, lê li wir mezin bû, li wir hîn bû û li wir şehîd bû. Ti carî bi cihekî din ve neçû, berê xwe neda cihekî din, hebe nebe li Cîlo bû. Li Cîlo bûbû her tişt. Li Cîlo li xwe geriya, lêgerîna xwe xurt kir, wate û dostanî dît, hezkirin dît, ji zor û zehmetiyê hez kir, li wir têgihişt ku ked, îrade û daxwaz serbilindiya herî mezin e. Cîlo weke Zagrosa rasteqîn dît û bi wî rengî lê ma. Gerîla Çekdar Amed wekî din bi cihekî din ve neçû. Di 9'ê Îlonê de li Cîlo tevî sê hevalên xwe tevlî karwanê nemiran bû.

Bi gotina hevalên wî, Çeko yê ciwan digot, "Vaye em hatin, ev der cihê me ye, yanî cihê koma Cîlo ye" û rêwîtiya hevrêtiyê dest pê kiribû. Li cihên welê wate zêde dibe. Cih û warên bi vî rengî ew dever in ku wate lê mezin dibe, rê ji lêgerînên me re tên dayin. Dema ku mirov li vê derê tehma kêliyeke azadiyê kir, hingî bêdawîtî, bêsînorî, bêdemiyê dijîn. Li vir ewqas çem, ewqas çiya hene ku diherikin û bi heybet in.

PIŞTÎ KU DIJMIN NAS KIR XWE LI ÇIYÊ GIRT

Ji bo hevpeyvînê bi israr diçim gel gerîla Çekdar. Jê dixwazim ku xwe venegire. Hevalên wî hemû ji bo hevpeyvînê seferber bûbûn. Min kamera danî ber wî û ji wir çûm û li binê darekê rûniştim. Piştî du deqeyan bi destê xwe işaret kir û bang li min kir. Bi Tirkiye şikestî ya Amediyan ku jê re pexas dibêjin, got "Ya bi vî rengî bi tenê nabe, bi xêra xwe tu jî were li hemberî min rûnê ez jî biaxivim." Dest bi axaftinê kir. Qalê kir bê şerê taybet çawa ye, çima tê meşandin, dema ku li pêşberî gerîla têk diçe, çawa Erdogan bi rêya medya xwe ya taybet şerê taybet dimeşîne.

Gerîla Çekdar dijmin nas kiribû û ji ber ku nas kiribû xwe li çiyê girtibû, biryar dabû ku şer bike. Ew gerîlayê henûn çûbû û li şûna wî gerîlayê bihêrs, awirtûj hatibû. Piştî ku axaftina wî qediya keniya. Min jî pirsî 'Ka tu nediaxivî'. Wî jî bersiv da, "Li nav hevrêyên xwe henûn im, ne li bara dijmin." Bi saetan me sohbet kir, di her axaftinê de qala bedewiya Cîlo, hevrêyan û kedê dikir.

Piştî mehekê berê xwe da Cîlo. Ew cihê ku gelekî jê hez dikir. Ew der cihê şehîd Jîndar Ezgî, Bager Garzan, Devrîm Amed, Hêlîn Mûrat bû. Li gorî Çeko ev dever divê her tim bê parastin, ji ber ku bi nirx û bîranînên şehîdan girtî ye. Me gerîla Çeko û şeş gerîlayên bedew ber bi Cîlo bi rê kir. Li vê derê di nava gerîla tişta herî giran oxirkirin û xatirxwestin e. Mîna ku Alî Haydar Kaytan dibêje, "Cudabûn destpêka ewilî ya eşqê ye." Oxir be ji te re gerîla Çekdar Amed, oxir be ji te re Çeko yê ciwan ê Cîlo.