Li Mişrefê ji helîkopterê gulle li gel reşandin

Li gundê Mişrefa Licê ji ber gullereşandina ji helîkopterê 3 kes birîndar bûn. Walîtiyê got ‘mirî û birîndar tune’ lê 3 kes rakirin nexweşxaneyê û îşkence li gundiyan hate kirin.

Li Mişrefa Licê ya bi ser Amedê duh şev leşkeran ji helîkopterê gulle li gund reşand. Leşkeran rêyên gund girt û li gund ‘qedexeya derketina derve’ hate îlankirin. Gundiyan ji ser medyaya civakî alîkarî xwestin. Li gund 3 kes birîndar bûn. Ji ber ku walîtiyê destûr neda ku ambûlans biçe gund, birîndar li meydana gund hatin sekinandin.

Piştî ku bûyer belav bû saetek şûnde birîndar rakirin nexweşxaneyê. Birîndarê bi navê Munîr Serîn di rê de dilê wî sekinî û bi masaja dil hatiye ser xwe. Birîndarê duyemîn Celal Yildirim jî bavê wî hatiye binçavkirin. Têkildarî rewşa birîndarê sêyemîn agahî nehate stendin û hat hînbûn ku ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.

Hat ragihandin ku leşkeran girtine ser malên gundiyan û îşkence li wan kirine. Li vê derê îşkence li mêran hatiye kirin û jin û zarok jî deverû li erdê hatine dirêjkirin. Walîtiyê îddîa kir ku ‘tu mirî û birîndar tune’ lê hin gundiyan diyar kirin, dibe ku hejmara birîndaran zêde bibe. Gundiyan diyar kirin ku, têketina gund hatiye qedexekirin.

Rêyên gund ji aliyê leşker û cerdevanan hatiye girtin û hat hînbûn ku nahêlin kesên ji bo cejnê çûne gund jî ji gund vegerin.