Li Minbicê dîsa şer dijwar bûn
Dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê, êrîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Li ser bersivdayîna şervanan şer derket, şer hê jî didome.
Dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê, êrîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Li ser bersivdayîna şervanan şer derket, şer hê jî didome.
Li gorî agahiyê ji herêmê girtin, artêşa Tirk a mêtînger êrîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li derdora gundê Til Torîn ê rojavayê bajarê Minbicê kirin. Şervanan bersiva êrîşê dan û di encamê de, şerê dijwar diqewimin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, şervanên Meclîsa Lerşkerî ya Minbicê, êrîşa artêşa Tirk a mêtînger û çeteyan a li ser gundê Til Torîn û Ceble El-Hemar a dikevin rojavayê Minbicê şikandine, panzerekî zirxî bi tîpa BMB a aîdî çeteyan û artêşa Tirk jî hate îmhakirin.